PSG bo cara dehemîn di dîroka xwe de bû qehremana Lîga 1 a Fransayê

PSG
PSG

Navenda Nûçeyan (K24) – Parîs Saint-Germain şeva borî di gera 34emîn a Lîga 1 de, ji bo cara dehemîn bû qehremana Lîga 1 ya Fransayê.

Parîs Saint-Germain şeva borî di gera 34emîn a Lîga 1 de mêvandariya tîma Lenc kir û bi encama (1 – 1|) wekhev man.

Piştî nîva yekem a bê gol, Saint-Germain di xuleka (68) de bi riya stêrka xwe ya Arjantînî Lionel Messi ji derveyî qada penaltiyê golek tomar kir.

Lenc di xuleka 88emîn de bi riya Corentin Jian gola wekheviyê tomar kir.

Bi vê yekê re, Saint-Germain pêşengiya xwe derxist 78 puanan, bi ferqa 16 puanan li pêşiya hevrika ya herî nêzîk Marsîlya ma ku dê îro Yekşemê di heman gerê de serdana Reîmsê bike.

Parîs Saint-Germain, bêyî ku li encamên xwe yan li encamên hevrikên xwe di çar gerên dawîn ên jiyana Lîga 1 de binêre, sernava Lîga 1 bi dest xist.

Parîs Saint-Germain bi vê yekê jî xwe gihande rekora tîma Saint-Etienne ku wê 10 nasnavên Lîga 1 bi dest xistibû.