Blinken: Moskow li Ukrayna nagihe armancên xwe yên şer

Blinken: Putîn dixwest Ukraynayê bi tevayî bixe bin destê xwe, lê ev yek pêk nehat û nabe jî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken radigihîne, Rûsya di armancên xwe yên şer li Ukraynayê de têk çû.

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin piştî civîna ligel Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, li ser sînorê Polanda û Ukrayna di konfaranseke rojnamevanî de ragihand, Rûsya têk çû û Kîev dê bi ser bikeve.

Blinken bombebarana Rûsiya li ser navçeyên Ukraynayê bi hovane bi nav kir û got, Serokê Rûsiya Vladimîr Putîn dixwest Ukraynayê bi tevayî bixe bin destê xwe, lê ev yek pêk nehat û nabe jî.

Herwiha got: “Em nizanin ev şer dê heta kengê bidome, lê em dixebitin ku karînên leşkerî yên hêzên Ukraynayê xurt bikin.”

Bal kişand ser wê yekê ku rêveberiya Amerîka berdewam e li ser alîkariya Ukrayniyan û zêdekirina şiyanên wan di şer de.

Ji aliyê xwe ve jî Austin tekez kir, welatê wî di wê baweriyê de ye ku Ukraynî dê di vî şerî de bi ser bikevin, eger piştevaniya pêwîst ji wan re bê kirin û da zanîn, Washington berdewam e li ser pêşkêşkirina alîkariyan.