PKK berpirsê YNKê azad nake
Ranye (K24) – Çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nêzîkî 10 roj in berpirsekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li sînorê Raperînê revandine û azad nakin.
Mihemed Şamerwan ku Cîgirê Melbenda 24 a YNKê ya li Raperînê ye, roja 20ê Nîsana 2022yan dema serdana baxê xwe yê li gundê Silê yê li Binara Qendîlê kiriye, ku erdê bav û bapîrên wî ne, ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye revandin.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, biryar bû berpirsê YNKê di van du rojan de were azadkirin, lê belê piştî ku medyaya fermî ya YNKê daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye destnîşankirin, Bafil Talebanî 72 demjimêr ji bo azadkirina wî berpirsê partiya xwe diyar kiriye, eger neyê azadkirin, dê helwest nîşan bidin, lê PKK ji biryara azadkirinê vegeriya.
Piştî derbasbûna neh rojan ji revandina berpirsê YNKê Mihemed Şamerwan, heta niha jî YNK li ser vê bûyerê li medyayê bêdeng e û bi fermî ti tiştek derbarê bûyerê de nabêjin, tenê daxuyaniyek heye ku dibêje Bafil Talebanî demek ji bo PKKê diyar kiriye ji bo azadkirina Mihemed Şamerwan, lê piştî çend demjimêran ew jî hat jêbirin.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, YNK di asta serkirdetiyê de ligel PKKê ji bo azadkirina Mihemed Şamerwan di gotûbêjan de ye.
Peyamnêrê me yê li devera Raperîn hewl da li ser bûyerê ji malbata Şamerwan zanyariyan werbigre, lê belê ew li benda helwesta YNKê ne.
Derbarê sedema revandina wî de, malbata Mihemed Şamerwan nexwestin li pêşberî kamerayê biaxivin, lê belê diyar kirin ku PKKê hîn ti tohmetek derbarê desteserkirina wî de ji malbatê re ne negotiye, tenê gotine ku Şamerwan li cem wan e.
Mihemed Şamerwan, beriya niha Berpirsê Komîteya Ranye ya YNKê bû û berpirsyariya wî di Dezgeha Zanyarî ya YNKê de hebû, zewicî ye û 55 salî ye, ji fakulteya hiqûqê derçûye, niha pileya wî ya di partiyê de Cîgirê Melbenda 24 a YNKê ya li Raperînê ye.