WHO hejmara rastîn a rêjeya mirina bi Koronayê belav kir

"Hejmara kesên ku ji ber vîrusa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane, sê qat ji wê hejmara ku bi fermî dihat ragihandin zêde bû."

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor raporeke Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO), hejmara kesên ku ji ber vîrusa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane, sê qat ji wê hejmara ku bi fermî dihat ragihandin zêde bû.

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) di rapora xwe de eşkere kiriye, heta sala 2021ê, wisa hatibû belavkirin ku hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane 5.4 milyon kes in, di rastiyê de 14.9 milyon pêketiyên Koronayê li seranserê cîhanê jiyana xwe ji dest dane.

WHO diyarkirin dike ku nîvê rêjeya mirinê li Hindistanê ye ku bi 5 milyon kes tê texmînkirin ku hîn jî di dataya giştî ya cîhanê ya vîrusa Koronayê nehatine tomarkirin.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li piraniya welatan nekarîne rêjeya mirina bi Koronayê werin tomarkirin, ji ber karantîna û girtina giştî, rêjeya mirina di bûyerên trafîkê de di nava du salên Koronayê de (2020-2021) kêm bûye.

Herwiha hatiye eşkerekirin ku ji 10 mirinên ji ber vîrusa Koronayê, 6 kes di ragihandinên fermî de nehatine tomarkirin.