Liverpool li ser hesabê Chelsea “FA Cup” hilgirt

Liverpool
Liverpool

Navenda Nûçeyan (K24) – Liverpool piştî 16 salan, Kupaya Yekîtiya Îngiltrayê (FA Cup) li ser hesabê Chelsea bi dest xist.

Şeva borî Liverpool û Chelsea di fînala FA Cup de li Stadyuma Wembley ya Londonê rûbirûyî hevdu bûn û piştî demên lîstikê bê gol bi dawî bû, Liverpool bi penaltiyan (6 - 5) bi ser ket û nasnavê vê qehremaniyê bi dest xist.

Liverpool ji sala 2006an û vir ve cara yekem e vî nasnavî bi dest xist û di dîroka xwe de jî cara heştemîn e, bi vê yekê jî bi Chelsea re wekhev bû.

Arsenal bi rekora 14 sernavan, ya herî zêde ev nasnav bi dest xistiye ye, di pişt re Manchester United bi 12 nasnavan tê.