Manchester City navnavê Lîga Premierê ya Îngiltrayê hilgirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Manchester City îşev Aston Villa bi encama (3 - 2) têk bir û nasnavê Premier League ya 2021-2022an hilgirt.

Îşev di lîstika gera 38emîn û dawîn a Premier League de Manchester City mêvandariya Aston Villa kir û bi encama (3 - 2) bi ser ket û nasnavê Premier League ya 2021-2022an hilgirt.

Tevî ku Manchester City bi du golan bi paş ket û 2 gol bi riya Matti Cash û Philippe Coutinho di xulekên (37 û 69) ji mêvanan wergirt, lê MAN City karî di nava (6) xulekan de encamê biguherîne, (3) golan li pey hev bi  riya Ilkay Gundogan û Rodrigo di xulekên (76, 81, 78) de tomar kirin û (3 – 2) û bi ser ket.

Bi vê serketinê, MAN City puanên xwe gihand (93) puanan di serê rêzbendiyê de cih girt û di dîroka xwe de bo cara heştemîn û di pênc werzên dawî de jî ya çaremîn nasnavê bi dest xistin.