Ac Mîlan nasnavê Lîga Îtalyayê hilgirt

Ac Milan
Ac Milan

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Ac Milan îşev Yekşemê mêvanê xwe tîma Sassuolo têk bir û bû qehremana Liga Îtalyayê (Serie A).

Di gera 38emîn û dawîn a Liga Serie A de Ac Milan bû mêvana tîma Sassuolo û bi encama (3 – 0) bi ser ket û nasnavê Liga Serie A ya 2021-2022an hilgirt

Golên Milan bi riya Olivier Giroud du gol di xulekên (17 û 32) de û di xuleka (36) de bi riya Frank Kessie hatin tomarkirin.

Mîlan bi vê serketinê pileya yekem a pêşbirkê bi (86) pûanan bi dawî kir û bi du puanan li pêş cîrana xwe Inter ma ya ku bi pileya duyem razî bû.

Ji sala 2011an vir ve, ev nasnavê yekem ya Milan e di Liga Serie A de.

Milan hejmara nasnavên xwe gihand 19, da ku bi cîranê xwe Inter re wekî duyemîn serketiya herî baş a lîgayê parve bike û li pişt Juventus xwediya rekora 36 nasnavan bimînin.