Real Madrîd li ser hesabê Liverpoolê kupaya Champions League hildigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrid di fînala Champions League de Liverpool têk bir û nasnavê vê pêşbirkê ji bo cara 14emîn hilgirt.

Real Madrid û Liverpool îşev di di fînala Champions League de li stadyuma Navdewletî ya Fransa li Parîsê rûbirûyî hev bûn û Real Madrîd bi encama (1 - 0) bi ser ket û nasnavê vê pêşbirkê ji bo cara 14emîn hilgirt.

Gola serkeftinê ya Real Madrîdê di xuleka (59) de bi riya yarîzanê Brazîlê Vinicius Junior hat tomarkirin.

Serkeftina Real Madrîdê jî bi saya golkarê wê yê Belçîkî Thibaut Courtois hat ku çendîn caran fersendên golkirinê yên zêrîn ên Liverpoolê asteng kirin, bi taybetî yên ji stêrê Misrî Mihemed Salah re peyda bûne.

Her wiha Thibaut Courtois ji ber lîstika wî ya balkêş wekî Mirovê Lîstikê hate binavkirin.

Real Madrîd di dîroka xwe de bo cara 14emîn nasnavê Champions League bi dest dixe ku bi rekorê bi 7 nasnavan li pêşiya AC Milan ket.

Li aliyê din bîlançoya tîma Liverpoolê li cem 6 nasnavan rawestiya û bi Bayern Munchenê re rêza sêyemîn parve dike.