Êrîşî baregeha esmanî ya Eyn Esed hat kirin

Hejmarek mûşek li nêzîkî baregeha esmanî ya Eyn Esed ketine xwarê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Duh bi şev bi mûşekan êrîşî baregeha esmanî ya Eyn Esed a li rojavayê Enbarê hat kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, hejmarek mûşek li nêzîkî baregeha esmanî ya Eyn Esed ketine xwarê û li ser ziyanên ji ber êrîşê hîn zanyarî nehatine belavkirin.

Baregeha Esmanî ya Eyn Esed dikeve sînorê parêzgeha Enbar a li rojavayê Iraqê û cihê mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye, ku hêzên Amerîkayê serperiştiya wê dikin.

Beriya niha jî çendîn car bi rêya êrîşa mûşekî û dronan, ew baregeha serbazî bûye armanc û bi awayekî berdewam grûpên ku fermanan ji Îranê werdigrin, têne tohmetbarkirin.