Li Herêma Kurdistanê rêjeya mirina bi Koronayê bûye sifir

Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî eşkere kir, zêdetirî mehekê ye ti haleteke mirina bi Koronayê (Covid-19) li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî eşkere kir, zêdetirî mehekê ye ti haleteke mirina bi Koronayê (Covid-19) li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin û rêje bûye %0.

Dr. Saman Berzincî di daxuyaniyekê de ragihand: “Rêjeya mirina bi vîrusa Koronayê (Covid-19) li Herêma Kurdistanê bûye sifir (%0). Zêdetirî mehekê ye ti haleteke mirina ji ber vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.”

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir: “Herêma Kurdistanê di asta welatên pêşketî de nimûneya serkeftinê bûye di rûbirûbûna vîrusa Koronayê de. Piştevanî û xemxuriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hevahengiya aliyên pêwendîdar, faktora sereke ya serkeftina bi ser nexweşiya Koronayê de bûye.”

Berzincî got: “Em destxweşiyê li bijîşk û karmendên tendirustiyê dikin, ku bi bê rawestan û bi ruhê canfîdayî di rêzên pêş ên rûbirûbûnê de bûn.”