Rafael Nadal bo cara 14emîn nasnavê tennisê yê Roland Garrosê bi dest dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Rafael Nadal ê Spanî, piştî ku îro Yekşemê nasnavê qehremaniya Roland Garros a tennisê  qezenc kir, dîrokeke nû tomar kir.

Nadal di fînal Roland Garros de bi sê koman (6-3, 6-3, 6-0) yarîzanê Norwêcê Kasper Rudd a têk bir û nasnavê vê qehremaniyê ji bo cara 14emîn hilgirt.

Her wiha ev cara yekem e ku di dîrokê de Nadal xelatên Australya Open û Roland Garros di yek demsalekê de bi dest dixe.

Ji sala 1925an û vir ve, Nadal yarîzanê herî bi temen (36 salî) ye ku nasnavekî Roland Garrosê qezenc dike.

Her wiha ev nasnavê 63emîn e ku Nadal di serdema profesyonel de bi dest dixe û bi 14 nasnav dikeve pêş lîstikvanê herî jê vê nêzîk.