Şanda PSKê serdana HUDA-PARê kir

Li Diyarbekirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK’ê Mesûd Tek û şandeke wê partiyê serdana Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) kir.
Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek û Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu
Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek û Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK’ê Mesûd Tek û şandeke wê partiyê serdana Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) kir. Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu û şanda PSK’ê; hat ragihandin ku dê ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd di serî de hemû  pirsgirêkan hevdîtin û serdanên xwe berdewam bikin.

Serokê Giştî yê PSK’ê Mesûd Tek, daxuyand ku wan pêşniyaznameya xwe ya ku ji bo çareseriya pirsgirêkan amade kirine, pêşkêşî rêvebirên Huda Parê kirine û di hevdîtinê de jî diyar bûye ku xalên hevpar û hevbeş yên herdû partiyên ji yên cuda difikirin zêdetirin. Loma jî dê ji bo bipêşxistin û berdewamkirina diyalogan serdan û hevdîtinên xwe berdewam bikin.

Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu jî da zanîn ku ew van hevdîtinan bi hilbijartinan ve girêdayî û sînordarkirî nanirxînin û dê ji bo berfirehkirin û demdirêj berdewam kirina van hevdîtin û diyalogan hewldan û serdanên xwe berdewam bikin.

Serokên Giştî yê  Huda-Parê Zekeriya Yapicioglû û Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek balê kişandin ku çareseriya hemû kêşeyên li Tirkiyê bi çareserkirina pirsa Kurd ve girêdayî ye û ew jî ji bo ku rewşeke normal destpê bike û siyaseteke hevbeş û hevpar ya li ser daxwazên Kurdan kar û xebat bike û daxwazên Kurdan jî bi rêyên demokratîk û rewa bimeşîne giring dibinin.

Her du siyasetmedarên Kurd, daxuyandin ku meseleya zimanê zikmakî û amadekirina destûreke nû xalên serekî ne ku pêkve li ser çareseriya wan kar û xebatê bikin.