Partiyên Kurdistanî bi Plasschaert re dema hilbijartinê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Aliyên siyasî bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şandeya Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, 4 xalên girêdayî hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj dikin.
Biryar e îro bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şandeya Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re bicive.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, mijarên civînê ev 4 xalên li jêr dibin:
- Diyarkirina dema hilbijartinê
- Aktîvkirina Komisyona Bilind a Hilbijartinan
- Sererastkirina yasaya hilbijartinan
- Pakkirina lîsta tomara dengderan
Ev civîn, berdewamiya civîna roja 26ê meha borî ye ku li baregeha Netewên Yekgirtî li Hewlêrê di navbera Jeanine Hennis-Plasschaert û partiyên Kurdistanî de birêve çûbû.