Li Diyarbekirê agir bi kargehekê ket

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekir agir bi kargehek a kozmetîk ango ciwankariyê ket û ji ber ku gelek maddeyên kîmyewî şewitîn şewat 3 demjimêran dom kir û 11 karker ji ber dukelê jehrî ketin. Hat zanîn ku agir ji ber makîneyeke ciwankariyê derketiye.

Li Herêma Pîşesaziya Diyarbekir di kargeheke kozmetîkê de ku kelûpelên ciwankariyê çêdike,  piştî nîvro demjimêr 14.00ê ji ber ku agir bi maşîneyeke çêkirina kelûpelên ciwankariyê ket, şewateke mezin rûda.

Şewat ji ber ku gelek maddeyên kîmyewî di nava kargehê de hebûn bi zehmetî hat kontrolkirin û 3 demjimêran dom kir.

Gelek tîmên agirkujiyê û tîmên tendirustiyê derbasî cihê buyerê bûn û 11 karker ji ber dukelê jehrî ketin û di konên tendirustiyê yên cihê bûyerê hatin vedan hatin dermankirin.

Kargeha kozmetîkê de derdora 500î karker dişixulîn û ji bo 30 welatan kelûpelên ciwankariyê ji wê kargehê dihatin hinardekirin.

Ji ber ku maddeyên kîmyewî şewitîn û bi rêya dukelê bêhna wan maddeyan derdorê belav bû hember jehrîketinê şîr û dew li xebatkarên derdorê hat belavkirin.

Gelek maddeyên kîmyewî jî di nava kefa pê agir hatî temirandin de li rêyên nav Herêma Pîşesaziyê belav bûn.

Karkeran jî dan zanîn ku agir bi maşîneyeke ciwankariyê ketiye û karkeran xwestiye bi avê maşîneyê bitemirînin lê avê agirê maşîneyê gurr kiriye û şewat wisa dest pê kiriye ku pêwîst bû bi kefê mudaxale bihata kirin.

 

Diyarbekir
Diyarbekir