Gereke din a guftûgoyên aliyên siyasî li Serokatiya Herêma Kurdistanê birêve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgehên hilbijartinê yên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê îro li Serokatiya Herêma Kurdistanê dicivin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, niha civîna dezgehên hilbijartinê yên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê dest pê kir.
Diyar kir jî, aliyên siyasî guftûgoyan derbarê sererastkirina yasaya hilbijartinê, aktîvkirina Komisyona Hilbijartinan û diyarkirin demeke nû ji bo encamdana hilbijartinê, dikin.
Her li gor zanyariyan, biryar e Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 1/7/2022an dawî encamên guftûgoyên aliyan aşkere bike.
Roja 9ê Hezîranê jî, Bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiyabûn.
Civîn taybet bi xweamadekirin ji bo hilbijartina bê ya Parlamentoya Kurdistanê, hewildan ji bo lihevnêzkirina dîtina hemû aliyan li ser yasaya hilbijartin û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsî bû.
Aliyên amadebûyî jî tekezî li ser giringiya encamdana hilbijatineke serkeftî bi awayekî ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê û pêşxistina prosesa demokrasiyê di ser hemû berjewendiyan re be, kirin.