Li Diyarbekirê agir bi dikanekê ket

Li dikaneke ku kelûpelên elektronîkî yên nav malan difiroşe, şewat derket.

Hewlêr (K24) - Li Diyarbekirê agir bi dikaneke ku kelûpelên elektronîkî yên nav malan difiroşe, ket.

Hat ragihandin ku li Diyarbekirê di dikanekî de şewat derket. Li ser agahdarkirinê tîmên agirkujiyê û polîs û tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê.

Tîmên agirkûjiyê hewl didin agir bi dikanên din nekeve û ji bo temirandina şewatê xebatên xwe didomînin.

Li gor zanyariyan, ziyana canî tune ye, lê ziyaneke mezin a maddî derketiye holê.