Li Silêmaniyê di 24 demjimêran de 482 haletên zikçûn û verişînê hatin tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê ragihand, di heyama 24 demjimêrên borî de 482 nexweşên zikçûn û verişînê derbasî nexweşxaneyan bûne.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand, li bajarê Silêmaniyê di heyama 24 demjimêrên borî de 482 nexweşên zikçûn û verişînê derbasî nexweşxaneyan bûne. Piraniya wan jî piştî wergirtina çareseriyên pêwîst, ji nexweşaneyê derketine.

Ji destpêka vê mehê ve, nexweşiya zikçûn û verişînê li Silêmaniyê di nava zarokan de û piştre di nava mezinan de belav bûye. Roja 19ê vê mehê jî, ji encama testan derket ku beşek ji haletan, nexweşiya Kolerayê ye. Ji ber wê jî rêkarên xweparêziya ji Kolerayê hatin girtin.

Di wê derbarê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 20ê Hezîranê biryar da, 800 milyon Dînar wek budceya hawarhatina bilez ji bo kontrolkirina nexweşiyên zikçûn, veşîn û kolerayê ji bo Parêzgeha Silêmaniyê bê xerckirin.

Kolera nexweşiyeke bakteriyal e, bi rêya av û xwarina nepak bi mirovan dikeve, Zikçûn û veşîna zêde jî ji nîşaneyên wê ne ku dibin sedema hişkbûna laş û têkçûna gurçikan, eger nexweş bilez çareseriyên pêwîst werneger, ew nexweşî dikar metirsîdar bibe.