21 nexweşên Kolerayê li Çemçemalê hatin tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Çemçemalê ragihand, 21 kes li Çemçemalê bi nexweşiya Kolerayê ketine û di encama testê de derket ku ava beşek ji mezgeftan ji bo vexwarinê nabe û klor tê de nîne.

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Çemçemalê îro 27ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand, ji encama testên li nexweşxaneyan hatine kirin, derket ku 21 kes bi nexweşiya Kolerayê ketine.

Da zanîn, piştî ku tîmên wan ava li mizgeftên qezaya Çemçemalê pişknîn kirine, derket ku ava wan ji bo vexwarinê nabe û madeya klor tê de nîne.

Ji destpêka vê mehê ve, nexweşiya zikçûn û verişînê di nava welatiyên Silêmaniyê û qeza û nahiyeyên derdora wê belav bûbûn, roja 19ê vê mehê jî ji encama testan derket ku beşek ji haletên zikçûn û verişînê, nexweşiya Kolêrayê ne, ji ber wê jî rêkarên xweparêziya ji Kolêrayê hatin girtin.