Li Kerkûkê yekem mirina bi Kolerayê hat tomarkirin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand, li Kerkûkê yekem haleta mirina bi Kolerayê hat tomarkirin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand, li Kerkûkê yekem haleta mirina bi Kolerayê hat tomarkirin. Herwiha eşkere kir ku du haletên din ên Kolerayê li wî bajarî hatine tomarkirin.

Duh roja duşemê Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê eşkere kiribû ku 12 haletên din ên Kolerayê li deverên cuda cuda yên Iraqê hatine dîtin.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê Seyf Bedir ragihandibû, ji wan 12 haletên ku di nava sê rojên borî de hatine tomarkirin, 8 haletên wan li Bexdayê ne.

Nexweşiya Kolerayê bi rêya ava pîs û berketina bi paşmahiyên mirov vediguheze û zikçûn û îshal ji nîşaneyên wê yên herî diyar in.

Li gor amarên fermî, heta niha 61 haletên Kolerayê li Iraqê hatine tomarkirin.