Pedersen daxwaza dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyan bo Sûriyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Netewên Yekgirtî li Sûriyê Geir Pedersen daxwaza dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê kir.

Biryara 2585 a Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re (Bab El-Hawa) re bo bakurê rojavayê Sûriyê di 10ê Tîrmehê de bi dawî dibe.

Pedersen di rûniştina Encûmena Asayişa Navdewletî de duhî Çarşemê got: “Li gel zêdebûna pêwîstiya xelkê sivîl bi alîkariyên mirovî yên dewletî, pêwîst e Encûmena Asayişa biryara xwe ya 2585, ji bo 12 mehên din dirêj bike. Ev yek erkekî exlaqî ye.”

Pedersen hişyarî derbarê zêdekirina aloziyan li Sûriyê da û tekez kir ku lihevkirineke siyasî, rêya tekane ya ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê ye.

Piraniya welatên endamên Encûmenê Asayişê (15 welat) ji bilî Rûsya û Çînê tekezî li ser giringiya berdewamiya derbaskirina alîkariyên mirovî yên navdewletî bi riya Tirkiyê bo Sûriyê dikin, ji bo parastina jiyan û zêdetir ji 4.1 milyon kesên ku li bakurê rojavayê Sûriyê dijîn.

Di sala 2014an de, Encûmena Asayişa Navdewletî rê da alîkariyên mirovî di 4 xalên sînorî re derbasî Sûriyê bibin, lê ji destpêka sala 2020an de, di bin fişara Rûsya û Çînê de, ew alîkarî hatin kêm kirin û tenê di deriyê Bab El-Hawa ya bi Tirkiyê re derbas dibûn.