Fermandarê HSDê: Helwesta Hevpeymanan li hember gefên Tirkiyê lawaz e

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, li hember gef û êrîşên Tirkiyê hêzên artêşa Sûriyê li Kobanî û deverên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, li hember gef û êrîşên Tirkiyê hêzên artêşa Sûriyê li Kobanî û deverên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin.

Mezlûm Ebdî duh di civîneka rojnamevanî de ragihand, Tirkiye û komên çekdar yên girêdayî artêşa wî welatî xwe amade dikin dîsa êrişî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bikin.

Ebdî herwiha got: “Li hember van gef û êrîşan em jî xwe amade dikin. Hevpeymaniya navdewletî jî çend caran nerazîbûna xwe li hember operasyona Tirkiyê nîşan daye, lê ew helwest têra wê yekê nake pêşiya êrişên Tirkiyê bigire.”

Fermandarê Giştî yê HSDê da zanîn, di çarçoveya nehîştina metirsiyê de hêzên artêşa Sûriyê li Kobanî û deverên sînorî hatine bicîhkirin.

Mezlûm Ebdî anî ziman, bersiva wan bo êrişên Tirkiyê dê mîna berê nebe û got, şer dê li her derê belav bibe.