Li Diyarbekirê bi piştgiriya 13 partî û saziyan Hezkurd Daxwaza Perwerdehiya Kurdî kir

Daxwaz hat kirin ku divê kêmtirîn her serdemên perwerdehiyê de, 200 mamoste bên erkdar kirin.
Daxuyaniya HezKurdê li Diyarbekirê
Daxuyaniya HezKurdê li Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) bi piştgiriya saziyên sivîl û partiyên siyasî daxuyaniyek belav kir û daxwaza cîbicîhkirina mafê perwerdehiya Kurdî li Tirkiyê kir. Di daxuayniyê de, wek dersa bijarde be jî, rêdayîna perwerdehiya Kurdî girîng hat nirxandin, lê li gel ku ew maf hatiye nasîn jî, salane erkdar kirina 2-3 mamosteyan jî wek helwesteke ji rastiya pêwistiya civakî dûr hat nirxandin û daxwaz hat kirin ku divê kêmtirîn her serdemên perwerdehiyê de, 200 mamoste bên erkdar kirin.

Li ser navê Hez Kurdê û nûner û rêvebirên pariyên siyasî û saziyên sivîl yên ku piştgirî dan daxwazên HezKurdê Berpirsê Ciwanan ê HezKurdê Masûm Ture daxuyaniyê xwend û daxuyand ku ew girîngiyê didin her hewldan û piştgiriyên ku mafên Kurdî yên rewa dihevînin û daxwaz ji reyadarên hikumetê û berpirsên karên perwerdehiyê li Tirkiyê kir ku daxwazên wan li ber çav bigirin û gav biavêjin, da ku civaka Kurd jî bi erênî pêşwaziya wan gavan bike.

Serok û Rêvebirên Şaxa Diyarbekirê yên Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Parê), Hereketa Azadî, Ciwanên Neteweyî yên Kurd (CNK), Tevger, Partiya Doza Azad (Huda-Parê), Partiya Saadetê, Partiya DEVAyê, Partiya Gelecekê û Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO), Komeleya Karsazên Diyarbekirê (DîSÎAD), Komeleya Karsazên Bakûrêrojhilat (GUNSÎAD), Komeleya Mutabaqata Civakî û Rewşenbirên Kurd jî piştgiriyê dan daxuyaniya HezKurdê.