WHO: Ji ber Koronayê zivistaneke dijwar li ber Ewropayê ye

Ofîsa Ewropayê ya Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ji ber destpêkirina pêleke nû ya Koronayê (Covid-19) li Ewropayê, li ser payîz û zivistaneke dijwar hişyarî da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Ewropayê ya Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ji ber destpêkirina pêleke nû ya Koronayê (Covid-19) li Ewropayê, li ser payîz û zivistaneke dijwar hişyarî da.

WHO destnîşan kir, divê welatên Ewropayê di dema hatina vê pêla Koronayê de çareseriya kêmasiyan bikin, da ku rêjeya mirin û pêketiyan kêmtir bibe.

Rêveberê Herêmî yê WHO Hans Kluge eşkere kir, niha weke havîna par, pêleke nû ya Covid-19, tevî Omicron li Ewropayê belav bûye, eger wisa bidome, çaverêya payîz û zivistaneke dijwar tê kirin.

Hans Kluge ragihand, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê di nava 6 hefteyên borî de li Ewropayê 3 qat zêde bûye.

Li gor çavkaniyên tendirustiyê, di nava 7 rojên borî de 2 milyon û 585 hezar û 734 kes li Ewropayê bi Koronayê ketine.