Koşka Spî: Joe Biden bi Koronayê ket

Koşka Spî eşkere kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketiye.
Serokê Amerîkayê Joe Biden
Serokê Amerîkayê Joe Biden

Washington (K24) – Koşka Spî eşkere kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketiye.

Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre ragihand: “Biden bi sivikî tûşî vîrusa Koronayê bûye, niha tedawî dibe.”

Karine Jean-Pierre diyar kir, Biden derziya dijî Koronayê bi kar aniye, herwiha du car derziya bihêzkirina berevaniyê jî wergirtine, nîşaneyên nexweşiyê gelek kêm li ser wî xuya ne.

Jean-Pierre got, Joe Biden cîbicîkirina erkên xwe yên serokatiyê didomîne.

Serokê Amerîkayê Joe Biden 79 salî ye û di dîroka Amerîkayê de serokê herî bi temen e.