CENTCOM: Cîgira Fermandarê HSDê di êrîşekê de jiyana xwe ji dest da

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, Selwa Yûsif li bajarê Qamişlo di encama êrîşan de tevî 2 hevalên xwe yên jin hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji bo Cîgira Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Selwa Yûsif  ya bi nasnavê Jiyan Efrîn ku di êrîşeke Tirkiyê de canê xwe ji dest da, sersaxî xwest.

CENTCOM li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir: “Cîgira Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Selwa Yûsif bi nasnavê ‘Jiyan Efrîn’ di 22ê Tîrmehê de li bajarê Qamişloyê di encama êrîşê de tevî 2 hevalên xwe yên jin hatin kuştin.”

Herwiha destnîşan kir: “Selwa Yûsif di şerê dijî DAIŞê de bi îdeolojiya xwe fermandareke girîng a HSDê bû. CENTCOM ji malbatên 3 şervanên HSDê, Bakurê Rojhilatê Sûriyê û HSDê re sersaxiyê dixwaze.”