Olîmpiyata Iraqê ji pêşbirkeke li Tirkiyê tê lidarxistin vedikişe

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber bombebarankirina li ser navçeya geştiyariyê ya Zaxoyê, Komîteya Olîmpiyata Niştimanî ya Iraqê îro Yekşemê biryar vekişîna ji pêşbirkên “Pêncemîn Lîstikên Hevgirtina Îslamî” da, ku biryar e li Tirkiyê dest pê bikin.

Nivîsgeha Cîbicîkar Komîteya Olîmpiyata Niştimanî ya Iraqê îro di daxuyaniyeke fermî de ragihand, wek helwesteke şermezarkirina topbarana li ser Zaxoyê û kuştina welatiyên welatiyên Iraqê û li gorî helwesta gelên Iraqê û pêşniyarên parlamento û hikûmeta Iraqê, Nivîsgeha Cîbicîkar a Komîteya Olîmpiyata Niştimanî ya Iraqê îro danê sibê di civîna xwe ya awarte de biryar da ku ji Pêncemîn Lîstikên Hevgirtina Îslamî ya ku biryar e 9ê Tebaxa bê li Konya ya Tirkiyê dest pê bike, vekişe.

Roja 20ê Tîrmeha 2022an, navçeyeke geştiyariyê ya gundê Perexê li Zaxo hat topbarankirin û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatin kuştin û zêdetir ji 25 geştiyaran jî birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê wê êrîşê de roja 21ê Tîrmeha 2022an ragihand, wan bi fermî nameya nerazîbûnê dane Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Ali Riza Guney û ji Tirkiyê xwastine ku demildest hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.