Li gelîyê Munzûrê werzişên xwezayî û raftîng tên kirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Geliyê Munzûrê xweşiyên cudareng di xwe de dihewîne û di nav wan xweşiyan de jî, werzişên cudareng tên kirin. Bi taybet werzişa raftîngê jî di salên dawî de, li Dêrsîmê jî bipêş dikeve û di sala 2018’an de, yekem şampiyonaya raftîngê ya bi şev jî li ser çemê Munzûrê hatibû kirin.

Li geliyê Mûnzûrê, kesk û şîna sirûştî, avên sar û çiyayên bilind dîmen û bergên ciyawaz pêşkêşî mirov dikin. Di nav vê xwezayê de, werzişên sirûştê jî wek çalakiyên hemaheng tên kirin. Raftîng û zîp line jî hin ji wan werzişa ne.

Gulbahar Erdogan werzişkara raftîngê ye ku bi Tîma Raftîngê ya Dêrsîmê re, beşdarî pêşbirkan dibe û demên xwe yê din jî bi rehberiya raftîngê ya li ser çemê Munzûrê derbas dike.

Werzişkara Raftîngê Gulbahar Erdogan ji K24ê re got: “Bota me amade ye û emê ji vir dest bi raftîngê bikin. Dema ku welatî ji bo vê werzişê tên em jî bi wan re alîkarî dikin. Ez ji avê pir hez dikim û piştî ku fêrî melevanîyê bûm, min perwerdehiya raftîngê jî wergirt û 3 sal e vê werzişê dikim. Welatî û geştiyar tên û em pêkve li ser çamê Munzûrê geştên bi kelecanî û şahî dikin.”

Sînan Ozer jî yek ji rêvebirê saziya werzişên xwezayî ye û balê dikşîne ku Dêrsîm û bi taybet jî geliyê Munzûrê bi her awayî xweşîyan dihevîne û wan jî bi vê sazîyê xwestiye ku xizmêtên bi vê siruştê re hemaheng pêşkêşî geştiyar û welatiyan bikin.

Rêvebirê Saziya Werzişên Sirûştî Sînan Ozer dibêje: “Şampiyonaya Raftîngê ya Cîhanî di 2018’an de li vir hat kirin. Di nav saziya me de, ciyên kampîngê hene û werzişên rafting û zîp line tên kirin. Sala borî baldariyeke baş hebû. Lê îsal, ji ber qeyrana aborî, baldarî gelek kêm buye.”

Hulya Arslan jî tîne ziman ku ji werzişên xwezayî hez dike û her sal werzişên wek çiyagerî û raftingê dike.

Geştiyar Hulya Arslan got: “Ez ji raftîngê pir hez dikim û her sal havînê têm û li Dêrsîmê rafting dikim. Xwezaya Dêrsîmê ji bo werzişên xwezayî guncav e û di nav vê sirûşta xweş de her tişt jî xweş dibe. Îro jî kêfeke xweş bû ku me li ser çemê Mûnzûrê rafting kir.”