Serokê CHP’ê pêşwazî li banga Demîrtaş a bêdengkirina çekan dike

Kiliçdaroglu banga azadkirina Demîrtaş kir û got, ew bi neheqî hatiye girtin, ew girtiyekî siyasî ye û divê bilez bê azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu pêşwazî li banga hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ya ji bo bêdengkirina çekan kir.

Kemal Kiliçdaroglu ji malpera T24 re axivî û li ser bangên Demîrtaş ên ji bo bêdengkirina çekan ji aliyê PKKê ve axivî û got, ew giringiyê didin vê banga Demîrtaş.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş berî çend rojan li girtîxaneya Edirneyê bi rêya parêzerên xwe bersiv da kenala (T24) ragihand, “Ti peywendiya HDPê bi PKK’ê re nîne. Divê em ji raya giştî ya Tirkiyê re bêjin HDP ne baskê siyasî yê PKK’ê ye. Partiyek karê siyasî bike, pêwîstiya wê bi hêzeke çekdar nîne.”

Serokê CHPê got ku ev pêngav pir giring e ku HDP ber bi partiyeke Tirkiyebûnê ve diçe. Divê ev berdewam bike. Divê ev yek ji aliyê organên din ên partiyê ve jî bê gotin.

Kiliçdaroglu banga azadkirina Demîrtaş kir û got, ew bi neheqî hatiye girtin, girtiyekî siyasî ye û divê bilez bê azadkirin û got: “Di vê navberê de ne tenê ew, divê birêz Osman Kavala jî di zûtirîn dem de bê berdan. Divê biryarên darazê yên derbarê berdana wan de bên bicihanîn.”