Meha bê Erdogan û Putin dicivin

Koşka Serokatiya Rûsyayê ragihand, destpêka meha bê, herdu serokên Rûsya û Tirkiyê li ser çend mijarên girîng dicivin.
Erdogan û Putin, wêne: arşîv
Erdogan û Putin, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Serokatiya Rûsyayê ragihand, destpêka meha bê, herdu serokên Rûsya û Tirkiyê li ser çend mijarên girîng dicivin.

Koşka Kremlînê îro sêşemê 26ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Valdimir Putin, di 5ê Tebaxê de li Soçiyê li ser pêwendiyên navbera Moskow û Enqerê dê bicivin.

Bi dirêjahiya dîrokê, pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê di qonaxên cuda re derbas dibin, ji dawiyên sedsala 16em heta dawiya sedsala 20an, bi awayekî berdewam ev herdu welat di şer û dijminahiya hev de bûn.

Bi fermî di 3yê Hezîrana 1920ê de Tirkiyê Rûsyaya Federal qebûl kir, di Kanûna 2004an de Putin serdana Tirkiyê kir, di sala 2005an de jî di merasîma vekirina boriyeke gazê de li bajarê Samsunê yê Tirkiyê, Putin amade bû.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di sala 1991ê de pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê aram bûye, pêwendiyên bazirganî û aborî hatin bihêzkirin û Rûsya çavkaniyeke sereke ya dabînkirina enerjiya Rûsyayê ye, piraniya kompaniyên mezin ên Tirkiyê li Rûsyayê kar dikin.

Li ser mijarên şerê navxwe yê Sûriyê, şerê Lîbyayê û şerê Kosovayê her dem nakok bûn, nêrînên wan in cuda li ser jenosîda Ermenan heye, di sala 2015an de, di dema ketina firokeyeke şer a Rûsî li esmanê Tirkiyê, pêwendiyên wan heta sala 2016an têkçûbû.