Li Silêmaniyê nexweşxaneyeke 100 textî ya taybet bi Koronayê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Silêmaniyê nexweşxaneyeke 100 textî ya taybet bi Koronayê hat vekirin û xerciya avakirina wê Almanyayê dabîn kiriye.

Di merasîmekê de bi amadebûna Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Barzanî û Parêzgarê Silêmaniyê amade bû, nexweşxaneyeke 100 textî ya taybet bi Koronayê hat vekirin.

Xerciya wê nexweşxaneyê di çarçoveya wê 24 milyon Euro de ye ku Almanya ji destpêka belavbûna Koronayê ve ji bo avakirina çend nexweşxaneyan li Silêmanî, Bexda, Mûsil û Besrayê dabîn kiribû.

Dr. Saman Barzanî diyar ki, wezaret dê hewl bide ku hemî pêwîstiyên nexweşxaneyê dabîn bike, di nav de kadroya bijîşkî û tenduristî û derman.”

Vekirina vê nexweşxaneyê di demekê de ye, hejmara pêketiyên bi Koronayê careke din li Herêma Kurdistanê zêde bûye û Wezîrê Tendirustiyê jî dibêje, pêla pêncem a Koronayê belav bûye û divê welatî pabendê rêkarên xweparêziyê bibin.”

Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê, heta niha nêzîkî 460 hezar welatiyan bi Koronayê ketine û ji wan jî zêdetir ji 7 hezar û 400 kesî jî canê xwe ji dest dane.