Artêşa Tirkiyê li Nisêbînê li dijî PKKê dest bi operasyonê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê li navçeya Nisêrbînê ya Mêrdînê li dijî PKKê dest bi operasyoneke nû kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, bi beşdariya 544 endamên hêzên ewlekariyê li Nisêbînê dijî PKKê dest bi operasyonek nû hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di roja yekemîn a operasyonê de sê gerîlayên PKKê hatine kuştin.

Berî operasyon dest pê bike, li gelek gundên Nisêbînê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgariya Mêrdînê bang li welatiyan kir ku li gorî qedexeyê tevbigerin.