Nûnera NY ya li Iraqê: Me civîneke baş encam da

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert piştî bidawîbûna civîna wê ya ligel Rêberê Tevgera Sedir, diyar kir: “Hevdîtina me baş bû.”
Plasschaert û Sedir
Plasschaert û Sedir

Hewlêr (K24) – Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert piştî bidawîbûna civîna wê ya ligel Rêberê Tevgera Sedir, diyar kir: “Hevdîtina me baş bû.”

Jeanine Hennis-Plasschaert eşkere kir: “Gotûbêja me ya ligel Muqteda Sedir li ser dîtina mekanîzmayeke çareseriyê ji bo rewşa siyasî ya Iraqê, baş bû.”

Îro 5ê Tebaxa 2022yan, Jeanine Hennis-Plasschaert ji bo civîna ligel Muqteda Sedir gihîşte bajarê Necefê.

Plasschaert û Sedir li Henane (baregeha sereke ya Muqteda Sedir), li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên wê, civiyan.

Ji aliyê din ve, îro li qada boneyan a navçeya Kesk a Bexdayê, alîgirên Tevgera Sedir ji bo encamdana nimêja înê kom bûn.

Ji roja şemiya hefteya borî ve, alîgirên Tevgera Sedir çûne ser Parlamentoya Iraqê û dest bi ser de girtine.

Dawiya hefteyê li ser daxwaza Muqteda Sedir, xwepêşanderên tevgerê ji hola parlamentoyê vekişiyan û li derve dest bi mangirtinê kirin.

Tevgera Sedir daxwaza hilbijartinên pêşwext û hilweşandina Parlamentoya Iraqê dike.

Zêdetirî 300 roj di ser hilbijartinên pêşwext ên Iraqê re derbas bûne, lê belê hîn jî aliyên siyasî yên Iraqê nekarîne hikûmet û serokomarê nû diyar bikin. Rewşa siyasî li Iraqê xitimiye. Mistefa Kazimî weke Serokwezîrê Iraqê, karûbarên hikûmetê dimeşîne.