Parlamentera HDPê: Rewşa girtiyên nexweş giran dibe

"Gelek girtiyên nexweş ên rewşa wan giran ku Aysel Tugluk nexweşa demansê ye û yek ji wan e, bi awayekî nehiquqî û bi qestî di girtîgehê de tên girtin."
Parlementera HDPê ya Diyarbekirê û Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDPê Dersîm Dag
Parlementera HDPê ya Diyarbekirê û Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDPê Dersîm Dag

Diyarbekir (K24) – Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê Dersîm Dag li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist û rexne li tifaqa cumhur a Ak Partî û MHPê girt û bang li raya giştî kir ku beşdarî mîtîngên HDPê yên 6-7ê Tebaxê de bibin.

Parlementera HDPê ya Diyarbekir û Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDPê Dersîm Dag civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser mijarên rojevê nirxandinên xwe parve kir.

Dersîm Dag bal kişand ku gelek girtiyên nexweş ên rewşa wan giran ku Aysel Tugluk nexweşa demansê ye û yek ji wan e, bi awayekî nehiquqî û bi qestî di girtîgehê de tên girtin.

Dag diyar kir, ew her sal çi dema amadekariyên turnuwaya futbolê ya Kemal Korkut dikin, hêzên ewlekariyê ji wan re astengiyan derdixin.

Parlementera HDPê anî zimên ku li Mêrdînê zarokek bi navê NÇ rastî destdirêjiya cerdevan û serbaz û gelek kesên din hatibû û berpirsên vê tawanê ji aliyê desthilatê ve tên parastin û kesên destdirêjî kirine di civînên rayedarên dewletê de wek nûnerên civakê tên vexwendin.

Dersîm Dag derbarê betlabûna ezmûna KPSSê de jî amaje kir ku bi salan e pirsên ezmûnan tên dizîn û di rabirdûyê de berpirs hatibûn girtin lê nehatibûn sizadan ku yek ji wan berpirsan niha di zanîngehekê de akdemîsyen e.

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDPê di salvegera komkujiya Êzidiyan de jî komkujî şermezar kir û rêzên xwe pêşkêşî qurbaniyan kir û herwiha bal kişand ku hêzên ewlekariyê pankartên şermezarkirina komkujiya Roboskiyê û komkujiya Zaxoyê wek hêmana tawanê dîtine û astengî ji wan re derxistine.