Fenerbahçeya Tirkiyê ji ber qîrîna navê “Putîn” hat cezakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Futbolê ya Ewropayê (UEFA) Tîma Fenerbahçeyê ya Tirkiyeyê ceza kir, ji ber ku cemawerê li Stenbolê di lîstika li hemberî mêvana xwe ya Ukraynî Dînamo Kîevê de navê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn qîr kirin.

Roja Çarşemê 27ê Tîrmeha 2022an, tîma Fenerbahçeyê di pêşbirkên qonaxa duyem a ji bo derbasbûna bo qonaxa koman a Champions League de demêvandariya tîma Dînamo Kîev a Ukraynî kiribû. Vîdyoyên ku li ser tora civakî belav bûne nîşan didin ku hejmarek ji cemawerê Tirk di lîstikê de di gola yekem a tîma Ukraynî navê Serokomarê Rûsyayê qîr kirin.

Dînamo Kîev bi encama (2 - 1) tîma Tirkî Fenerbahçe têk bir û derbasî qonaxa sêyemîn a ji bo derbasbûna bo qonaxa koman a Champions League bû.

Li gorî daxuyaniya UEFA ku li ser malpera wê ya fermî hat weşandin, Yekîtiya Futbolê ya Ewropayê (UEFA) ji bilî beşek ji stadyûma Fenerbahçeyê girt, 50 hezar Euro cezayê pere li FC Fenerbahçeyê birî.