Efserekî Tirkiyê li herêma Zapê hat kuştin

Leşkerên Tirkiyê
Leşkerên Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da zanîn, efserekî wan yê li herêma Zapê di encama teqînekê de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja 9ê Tebaxê efserekî wan li herêma Zapê di encama mîneke PKKê de birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê û ji giraniya birînê wî, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Di hefteyekê de ev sêyemîn leşkerê Tirkiyê ye li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê tê kuştin. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja 6ê Tebaxê kuştina leşker Ergîn Reşad û duhî 9ê Tebaxê kuştina leşker Xelîl Koç ragihandibû.

Artêşa Tirkiyê ji nîsana îsal ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşî-Basyanê ji bejahî û asîman li dijî PKKê dest bi operasyonê kiriye. Di encamê şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de, gelek gundên sînorî vala bûne.