Real Madrîd Kûpaya Super a Ewropayê qezenc dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîd şeva borî di pêşbirka Super Kupaya Ewropayê de bi ser Eintracht Frankfurt a Almanî ket û Kûpaya Super a Ewropayê hilgirt.
Şeva borî li stadyûma Olîmpîk a paytexta Fînlandiya Helsînkî, Real Madrîd û Eintracht Frankfurt di pêşbirka Super Kupaya Ewropayê de rûbirûyî hevdu bûn û Real Madrîd bi encama (2 - 0) bi ser ket.
David Alaba di xuleka (38) û Kerîm Benzema di xuleka (65) de golên Real Madrîd tomar kirin.
Di pêşbirka Kûpaya Super a Ewropayê de, hilgira kûpaya Champions League û kûpa Lîga Ewropayê rûbirûyî hevdu dibin.
Bi vê serkeftinê, Real Madrîd ji bo cara pêncemîn e Kûpaya Super a Ewropayê bi dest dixe.