AK Partî: Tirkiye dikare bi Şamê re pêwendiyeke rasterast deyne

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hayati Yazici destnîşan kir “Tirkiye dikare bi Şamê re pêwendiyeke rasterast deyne.”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hayati Yazici ji kenala “NTV” re ragihand, dîplomasiya navnetewî de riya herî girîng a ji bo çareserkirina pirsgirêkan danûstandin e. Pêwendiya wan a bi Sûriyê re heta niha sînordar bû, lê ew dikarin asta vê pêwendiyê bilindtir bikin û bi Şamê re pêwendiyeke rasterast deynin.

Ev daxuyaniya Yazici piştî wê yekê tê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Pêncşemê aşkere kiribû ku di çarçoveya civîna “Tevgera Bêalî” li Belgradê de ku di Cotmeha borî de paytexta Sirbîstanê hatibû lidarxistin, bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re hevdîtineke kurt pêk anîbû. Her wiha Çavuşoglu daxwaza lihevhatina opozîsyon û rêjîma Esed kir. 

Pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê di warê siyasî de ji piştî destpêkirina xwepêşandanan li Sûriyê di sala 2011an de qut bûne, Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar dike, pêwendiyên wan tenê bi “pêwendiyên istixbaratê" sînordar in.

Piştî sala 2011an, Tirkiyê piştgiriyeke bihêz ya siyasî û leşkerî da opozîsyona Sûriyê ji bo rûxandina rêjîmê û ew li ser vê rêyê ma, heta ku Rûsya di sala 2015an de destêwerdana leşkerî kir.

Di destpêka sala 2017an de, bi destpêkirina pêvajoya "Astana" re, rewş derbasî qonaxeke nû bû ku Tirkiyê êdî çûna Esed, weke bijardeyekê nabîne.