Pispor: Sedema guherîna siyaseta derve ya Tirkiyê hilbijartin e

Beriya hilbijartinan hewaya siyaseta derve ya Tirkiyê bi awayekî balkêş diguhere. Şarezayên li Tirkiyê vê guherînê, bi balansên siyaseta navxwe û nêzîkbûna hilbijartinan re pêwendîdar dibînin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê di nav salekê de hilbijartin hene. Beriya hilbijartinan hewaya siyaseta derve ya Tirkiyê jî bi awayekî balkêş diguhere. Şarezayên li Tirkiyê vê guherînê, bi balansên siyaseta navxwe û nêzîkbûna hilbijartinan re pêwendîdar dibînin.

Tirkiyê beriya demek kurt bi dewletên Kendavê re pêwendiyên xwe sererast kiribûn. Piştre pêngava asayîbûna bi Îsraîlê re hat û tê zanîn ku proseyên asayîkirina pêwendiyên bi Ermenistan û Misrê re berdewam in. Niha jî egera diyaloga bi Şamê di rojeva Tirkiyê de ye.

Guherîna hewaya siyaseta derve di demekê de ye ku Tirkiye bi %70yan zêdetir enflasyonê, ber bi hilbijartinên giştî ve diçe. Li gorî şarezayan, armanca Tirkiyê bi ajendaya erênî di siyaseta derve de, kişandina veberhênanên ji welatên derdorê ye.

Şarezayê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Hasan Oktay ji K24ê re ragihand: “Wezîrê Derve yê Rûsyayê dîsa bi awayekî bihêz tekez kir ku ew li dijî plana Tirkiyê ya operasyonê ne. Rûsya naxwaze Enqere dijayetiya Şamê bike. Dibe ku di encama hewlên diyaloga bi Şamê re, çakiyeke aborî ji Rûsyayê beriya hilbijartinan bigihîje Tirkiyê.”

Demek kurt piştî asayîkirina pêwendiyên bi Îsraîlê re, Serokê Filistinê Mahmûd Abbas jî liser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hat Tirkiyê. Wêneya Erdogan û Abbas jî, bo siyaseta navxwe wek peyamek girîng tê dîtin.

Şarezayê Siyaseta Navxwe Prof. Mete Kaan Kaynar ji K24ê re diyar kir: “Pêngavên di siyaseta derve de rasterast bandor li siyaseta navxwe nakin. Lê encamên wan pêngavan, dikarin bandor bikin. Asayîbûna bi Îsraîlê re jî bi wî rengî ye. Herwiha piştî vê asayîbûnê vexwendina Mahmûd Abbas jî dibe ku bo pêşî li girtina bertekên li dijî asayîbûna bi Îsraîlê re be.”

Opozîsyona Tirkiyê ji sala 2018an ve diyaloga ligel Şamê pêşniyaz dike. Bi zêdebûna aciziya di nav civakê de ji penaberan, opozîsyon vê yekê zêdetir tîne ziman. Guherîna çarçoveya peyamên Enqerê yên operasyona Sûriyê, bi vê yekê re jî pêwendîdar tê dîtin. 

Wisa xuya ye ku Tirkiye dixwaze di siyaseta derve de bi awayekî bilez heyamek ji rakêşiyan dûr bide destpêkirin. Lê şareza dibêjin; eger Enqere li hemberî welatên ku dixwaze pêwendiyên xwe pê re sererast bike lez bike, dê destê xwe li ser maseya danûstandinan lawaz bike.