Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê ji aliyên Iraqê daxwaza encamdana gotûbêjan dike
Hewlêr (K24) - Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski tevî nîşandana xemgîniya xwe ji bo qurbaniyên aloziyên van demên dawî yên Bexdayê, ji aliyên siyasî yên Iraqê daxwaza encamdana gotûbêjan kir.
Alina Romanowski di peyamekê de ku îro çarşemê 31ê Tebaxa 2022yan li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye, xemgîniya xwe ji bo malbatên qurbaniyên alozî û tevliheviyên rojên borî yên Bexdayê nîşan daye û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwestiye.
Di peyama xwe de Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê diyar kiriye: “Em beşdarî wan bangewaziyên ji bo xwegirtinê û encamdana gotûbêjan di navbera hemû aliyan de têne kirin, dibin ku ti car ew bûyerên karesatbar dubare nebin.”
Di destpêka derketina aloziyên Bexdayê û êrîşkirina ser avahiyên hikûmetê de ji aliyê xwepêşanderên Tevgera Sedir ve, Balyozxaneya Amerîkayê daxwaz kiribû ku rêz li saziyên dewletê werin girtin û demildest xwepêşander ji Navçeya Kesk vekişin.