Gelo CHP ji bo dengderên Kurd dikare bibe AK Partiya nû?
Enqere (K24) - Ligel nêzîkbûna hilbijartinan li Tirkiyê, rapirsiyên civakî nîşan didin ku partiya opozisyona sereke ya Tirkiyê CHP dengên xwe bi awayekî balkêş zêde dike. Tevî dijayetiya bi salan ya partiya damezrênera Tirkiyê CHPê, li hemberî Kurdan, di nav dengderên Kurd de jî CHP, dengên xwe zêde dike. Li gorî şarezayan sedema vê yekê, guherîna CHPê ye.
Li Tirkiyê di nav salekê de hilbijartin hene û Partiya Gel û Komarî CHP, li hemberî Partiya Desthilatdar AKPê wek rikeberê bihêztirîn xuya dike. Rabirdûya CHPê bi dijayetiya Kurdan re navdar e. Lê CHP bi pêngavên xwe yên dawîn nîşan dide ku ew bi awayekî xurt hewla standina piştgiriya dengderên Kurd dide.
Li gorî rapirsiyên dawîn, AKP hê jî di nav Kurdên ku dengê xwe nadin HDPê de, yekemîn e. Lê CHPê jî dengên xwe bi awayekî berbiçav zêde kirine. Nûnerên CHPê bi bawer in ku ew dikarin di nav dengderên Kurd de cihê AKPê, bistînin.
Parlementerê Kurd yê CHPê Sezgîn Tanrikulu ji K24ê re diyar kir: “CHPê ji destpêka heyama serokatiya Kemal Kiliçdaroglu pê ve, pêngav bi pêngav bo çareseriya pirsa Kurd, tiştên girîng kirin. Me bernameyek bihêz hêj di proseya çareseriya de amade kiribû. Di heyama me de kes ji ber siyasetê li girtîgehan namîne û siyaseta qeyyûman emê ravestînin.”
Lêkolînerê civakî jî bal dikêşin ser vê yekê CHP di nav Kurdan de, ne ji partiya yekemîn HDPê, lê ji AKPê dengan distîne. Nêzîkbûna AKP û partiya netewperest MHPê û aborî wek sedemên lawazbûna piştevaniya Kurdan bo AKPê tên dîtin.
Şarezayên Siyasetê û Lêkolînerê Civakî Dr. Îbrahîm Uslu ji K24ê re ragihand: “Piştî 2015an helwesta AKPê li hemberî Kurdan dest bi guherînê kir. Komek dengderên Kurd derket holê ku naxwazin deng bidin HDPê lê êdî ji AKPê jî razî nînin. CHPe jî di nav da partiyên opozisyonê hewl dan wan dengan bistînin.”
Ser bi pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê ve, beriya niha CHPê rexneyên tund li desthilatê digirtin. Lê sala borî CHPê bi rêkirina şandeyek ji Herêmê re, di vê helwesta xwe de, peyama guherînê da. Destpêkirina Proseya Aşitiyê jî tûşî rexneyên CHPê bibû. Lê Serokê CHPê li Diyarbekirê, bi gotinên wek “rêya demokrasiyê ji Diyarbekirê derbas dibe” helwestek cuda nîşan da. Herwiha CHPê ji bo zêdekirina dengên li bajarên Kurdan şaxa bi navê “Maseya Rojihilat” jî damezrand.
Rapirsî nîşan didin ku dengderên Kurd guherîna helwesta dîrokî ya CHPê erênî dibîn. Lê dîsa jî nayê çaverêkirin di nav demek kurt de, rabirdûya xirab ya CHPê were jibîrkirin, û pêngavên dawîn, wek piştevaniyek mezin ji aliyê Kurdan ve vegere CHPê.