Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê CENTCOMê kir

General Michael Erik Kurilla qurbanîdanên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bi rêberiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî di têkbirina terorîstên DAIŞê de bilind nirxand.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 8ê Îlona 2022yan pêşwazî li Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla kir.

Di civînê de ku Fermandarê Giştî yê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê û Sûriyê General Matthew McFarlane jî amade bû, geşedanên herî dawî yên rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

General Michael Erik Kurilla qurbanîdanên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bi rêberiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî di têkbirina terorîstên DAIŞê de bilind nirxand û pabendbûna welatê xwe ji bo berdewamiya piştevanîkirina Pêşmerge anî ziman.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya Amerîka û hêzên Hevpeymanan kir û kurteyek derbarê proseya çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge xisterû.

Girîngiya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê, mijareke din a gotûbêjan bû.