Fermandarê CENTOMê serdana Kampa Holê kir

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla serdana Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê kir û daxwaz dike, nişteciyên li kampê vegerînin welatên wan.
Kampa Holê
Kampa Holê

Hewlêr (K24) - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla serdana Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê kir û daxwaz dike, nişteciyên li kampê vegerînin welatên wan.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), roja înê 9ê Îlona 2022yan, General Michael Erik Kurilla serdana Kampa Holê kir û sersaxî li herdu malbatên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir, ku roja 8ê Îlonê li Kampa Holê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn kuştin.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hatiye diyarkirin: “Erkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yê paqijkirina kampê ji DAIŞê didome. Ev operasyona berfireh, dê kampê ewletir bike.”

Herwiha hatiye destnîşankirin ku endamên DAIŞê di nava Kampa Holê de nişteciyên kampê diêşînin û hewla belavkirina îdeolojiya xwe didin, loma gelek nişteciyên kampê hewl didin ku ji DAIŞê birevin û dibêje: “Divê em nişteciyên DAIŞê vegerînin welatên wan.”

CENTCOMê eşkere kiriye ku ew ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di pêwendiyê de ne, da ku rewşa ewlehî û mirovî ya li nav kampê baş bikin û diyar kiriye: “Hevkariya me ya li Kampa Holê, berdewamiya hevkariya me ya ji bo têkbirina mayînde ya DAIŞê ye.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Kampa Holê ji bo herêmê gefeke rasteqîn e û dibêje: “Nêzîkî 56 hezar niştecî di kampê de hene ku zêdetirî %90ê wan jin û zarok in.”

CENTOMê eşkere kiriye, piraniya nişteciyên kampê, rêxistina DAIŞê red dikin, gelek kes dixwazin tevlî civakê bibin, herwiha gelek kes dixwazin vegerin welatên xwe û zarokên xwe bişînin dibistanan.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, gefa Kampa Holê bi rêya leşkerî nayê çareserkirin û çareseriya mayînde ew e ku endamên DAIŞê vegerînin welatên wan û dibêje, nêzîkî nîvê nişteciyên Kampa Holê, xelkê Iraqê ne, dema Iraq welatiyên xwe vegerîne, dê bikarin pirsgirêka kampê îdare bikin.