Amedspor bertek li biryara Desteya Ewlehiya Sporê ya Rihayê nîşan da

Desteya Ewlehiya Sporê ya Rihayê biryar daye ku alîgirên tîma Amedspor bo stadyûmê neyên wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Amedspor di daxuyaniyekê de bertek li qedexeya li ser alîgirên xwe di lîstika ligel tîma parêzgeha Rihayê Şanliurfasporê de nîşan da û got: “Ev qedexeyên alîgiran ên dijî tîma me, ne tenê ji bo kluba me di heman demê de şermeke herî mezin e ji bo futbola welat. Futbol bi alîgiran xweş e.”

Îro şemiyê 10ê Îlona 2022yan, di demjimêr 19.00an de herdu tîmên Bakurê Kurdistanê Amedspor û ŞanliurfaSpor li parêzgeha Rihayê ya Bakurê dê werin pêşberî hev.

Desteya Ewlehiya Sporê ya Rihayê berî lîstikê biryar daye ku alîgirên tîma Amedspor bo stadyûmê neyên wergirtin û hatina alîgirên wê qedexe kiriye. Li ser vê biryarê, Amedsporê daxuyaniyek belav kir.

Amedspor diyar kir ku wan piştî vê biryarê pêwendî bi serokê tîma Şanliurfasporê kirine û ji wan re  gotine ku ew dixwazin alîgirên herdû tîman wek dû parêzgehên bira, listîkê temaşe bikin û ti pirsgirêkek di navbera wan de çênabe û tevî ku ev daxwaza xwe ji saziyên ewlehiyê yên Rihayê re gotine jî lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin.

Amedspor eşkere dike: “Ev qedexeyên alîgiran ên li dijî tîma me ne tenê ji bo kluba me, di heman demê de şermeke herî mezin e ji bo futbola welat. Ev qedexe dibin sedem ku alîgirên me zêdetir ji me hez bikin û piştevaniya me bikin. Futbol bi alîgiran xweş e.”