Rêxistinek hişyariyê dide: Zêdetir ji hezar kesî li kampên koçberên Efrînê bi Kolerayê ketine

Nexweşxaneya Avrîn li herêma Şehbayê
Nexweşxaneya Avrîn li herêma Şehbayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistineke mafên mirovan radigihîne, li 5 kampên koçberên Efrînê yên li bakurê Helebê, zêdetir ji hezar kesî bi nexweşiya Kolêrayê ketine ku ji wan 443 zarok in.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyê di daxuyaniyekê de diyar kir, rewşa tenduristiyê di nav bi hezaran koçberên Efrînê yên ku li 5 kamp û gundên gundewarên Herêma Şehba li gundewarê bakurê Helebê dijîn gelek xirap e û derman jî li nexweşxaneya bi tenê ya herêmê û xalên tendirustiyê kêm in.

Wê rêxistinê destnîşan kir: Bi berdewamiya dorpêçkirina hêzên rêjîma Sûriyê û bombebarana rojane ji aliyê hêzên Tirkiyê ve li ser herêmê û bi bilindbûna pileya germê re, rêjeya tûşbûnên bi nexweşiyên veguhêz û nexweşiyên îltîhaba rovikan û kolerayê zêde dibe.

Diyar kir jî, ji roja 20ê Tebaxa borî ve, 1009 haletên pêketina bi Kolerayê li nexweşxaneya Avrînê hatine tomarkirin ku ji wan 443 zarok in.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, nêzîkî 125 hezar koçberên Efrînê li 5 kampên herêma Şehbayê (bakurê Helebê), Til Rifet û gundên wê bi cih bûne û ji ber dorpêça hêzên rêjîma Sûriyê ya li ser wê herêmê û nebûna rola û alîkariyên rêxistinên mirovî, rewşa tendirustiyê xirap e û gelek kêmanî di dermanan de heye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye bang li aliyên pêwendîdar, rêxistinên mirovî û navdewletî û bi taybetî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, Unisef û Xaça Sor a Sûrî dike, bi erkê xwe yê exlaqî rabin û alîkariyên pêwîst pêşkêşî herêmê û koçberên Efrînê bikin.