NY: Belavbûna Kolerayê li Sûriyê metirsiyeke cidî ye

Kordînatorê Karûbarê Mirovî yê Netewên Yekbûyî Imran Riza: Divê di zûtirîn dem ev rewş were kontrolkirin. 

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara pêketiyên Kolêrayê li navçeyên cuda yên Sûriyê zêde dibe. Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) jî hişyariyê ji berbelavbûna wê nexweşiyê li seranserî Sûriyê dide.

Kordînatorê Karûbarê Mirovî yê Netewên Yekbûyî Imran Riza îro di daxuyaniyekê de ragihand, ew bawer dike ku derketina nexweşiyê ji ber avdana zeviyan bi ava qirêj û vexwarina ava ne nepak a ji çemê Firatê ve girêdayî ye.

Imran Riza got jî, divê di zûtirîn dem ev rewş were kontrolkirin. 

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) jî belav kir, ji 25ê Tebaxa borî ve, 8 kes li navçeyên cuda ên Sûriyê bi Kolêrayê canê xwe ji dest dane ku şeş ji wan li Helebê ne û du li Dêrezorê ne.

Rêvebirê Rewşa Lezgîn a Herêmî ya WHO ya Rojhilata Navîn Richard Brennan ji “Reuters” re got: “Ev yekem derketina Kolerayê ye di salên dawî de. Belavbûna ciyografî ya vê nexweşiyê metirsîdar e, ji ber vê yekê divê em bilez tevbigerin.”

Ev yek di demekê de ye, Encûmena Sivîl a Dêrazorê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve di daxuyaniyekê de belav kir, nexweşiya Kolera bi awayekî berçav li bajarên Reqa û Dêrazorê belav bûye kesan û heta niha 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyê di daxuyaniyekê de diyar kiribû, rewşa tenduristiyê di nav bi hezaran koçberên Efrînê yên ku li 5 kamp û gundên gundewarên Herêma Şehba li gundewarê bakurê Helebê dijîn gelek xirap e û ji roja 20ê Tebaxa borî ve, 1009 haletên pêketina bi Kolerayê hatine tomarkirin.

Beriya sala 2010an ava paqij li Sûriyê digihîşt 98 ji sedî ji welatiyên li bajaran û 92 ji sedî ji welatiyên li gundan dijîn re. Lê li gor UNICEF, şerê 11 salan li Sûriyê ziyaneke mezin gihandiye torên avê û Kanalizasyonê.