Wezareta Pêşmerge li Kerkûkê operasyoneke serbazî encam da

Wezareta Pêşmerge li navçeya Qerehesen a li sînorê parêzgeha Kerkûkê operasyoneke serbazî encam da, ku DAIŞê ew der weke rêya hatûçûnê û manê, bi kar dianî.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge li navçeya Qerehesen a li sînorê parêzgeha Kerkûkê operasyoneke serbazî encam da, ku DAIŞê ew der weke rêya hatûçûnê û manê, bi kar dianî.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro sêşemê 13ê Îlona 2022yan bi daxuyaniyekê ragihand, Mîhwera Çar a Hêzên Pêşmerge li sînorê navçeya Qerehesen, li gundên Cewel Bor, Axur Gurcî û li deverên ku guman heye terorîstên DAIŞê weke rêya hatûçûnê û manê bi kar dianî, operasyoneke serbazî encam da.

Operasyon ji çar aliyan ve hatiye encamdan û bi dirêjahiya dema şeş demjimêran berdewam bûye, yekeyên Lîwaya 22 ya Piyade beşdarî operasyonê bûne.

Ev operasyon piştî wê yekê tê ku di dawiya meha Tebaxê de terorîstên DAIŞê du welatiyên Kurd ên xelkê navçeyê şehîd kiribûn.

Piştî veguhestina Lîwaya 22 ya li Fermandariya Hêzên 70, ev yekem operasyon bû ku encam dan.

Operasyon bi serperiştiya Fermandarê Lîwaya 22 ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge Emîd Mihemed Ebdullah Tepedêyî hatiye encamdan.