Dîcle Anter: Eger doz betal bibe, em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bidin

Doza nivîskar, rojnameger û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter îro li Enqerê hat dîtin. Encamek jê nederket û doz bo 21ê mehê hat paşxistin. Piştî 5 rojan, 20ê mehê, 30 sal di ser kuştina Mûsa Anter re derbas dibin. Lewma dibe ku doz betal bibe.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Doza nivîskar, rojnameger û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter îro li Enqerê hat dîtin. Encamek jê nederket û doz bo 21ê mehê hat paşxistin. Piştî 5 rojan, 20ê mehê, 30 sal di ser kuştina Mûsa Anter re derbas dibin. Lewma dibe ku doz betal bibe. Kurê Musa Anter, Dicle Anter ji Kurdistan24ê re ragihand ku eger betal bibe, ew dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bidin.

Doza terorkirina rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter îro li Enqerê birêve çû. Piştî 5 rojan êdî 30 sal liser kuştina Musa Anter derbas dibin. Lewma piştî 20ê mehê, metirsî heye ku doza Anter betal bibe. Lê dadgehê jî îro biryar da ku biryara xwe rojekê piştî tijîbûna 30 salan, 21ê Îlonê ragihîne.

Kurê Musa Anter, Dicle Anter di dadgehê da amade bû, û got betalkirina vê dozê, ne rewa ye. Ji ber ku qetla Musa Anter tawanek li hemberî mirovahiyê ye.

Dîcle Anter ji Kurdistan24ê re ragihand: “Doz dê betal bibe, heta niha ku doz betal bibe her tişt kirin ji xwe. Ev qas kesan tişt gotin, hemû belge amade bûn, hewce bû ji sala 1997an heta niha encamek jê derkeve. Lê nederket.”

Doza Anter beriya niha wek dosyayek tenê li Diyarbekirê dihate birêvebirin. Piştre dadgehê dosya rasparte Enqerê, û biryar da, proseya darazê bi 2 dosyayên din, ligel doza JITEMê were birêvebirin.

Parêzerên ku ji destpêkê ve doza Anter dişopînin dibêjin ev yek, bû sedema lawazbûna egera derketina encamek zû. Lewma heger niha doz bi doza JITEM re tê birêvebirin, hewce ye heta dawiya doza JITEMê berdewam be.

Parêzer û Serokê Şaxa Enqerê ya Komeleya Mafên Mirovan Fatîn Kanat ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Li gorî qaîdeyên hiqûqî, çend sal ser ve bihûrin jî, dema tawanên li dijî mirovahiyê tijî nabe. Heta niha me dixwast ku doza Anter ji dosyayên din were cudakirin. Lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Niha nabe ew bibêjin, 30 sal êdî tijî bûn em ê ev dosyayê cuda bikin û betal bikin.”

Di sala 2012an da îtirafên sîxûrek qedîm, wek kujerê Musa Anter, bi belgeyan destnîşan bi Hamît Yildirim dikirin. Liser vê doza Mûsa Anter di sala 2013an de dîsa dest pê kir. Di sala 2006an da proseyek bi Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpayê re jî encam dabû. Dadgehê li hemberî Komara Tirkiyê malbata Anter mafdar dîtibû.

Salên 1990an di dîroka Tirkiyê de bo Kurdan yek ji serdemên reştirîn bûn. Ji bo ronîkirina terorkirinên vê demê, di parlementoya Tirkiyê de jî çend car komîsyonên lêkolînê hatin damezrandin, lê hê jî berpirsên kuştin û windakirina bi hezaran kesan nehatine sizakirin.