Nêçîrvan Barzanî bi vexwandineke fermî serdana Londonê dike

Serokê Herêma Kurdisatanê li Londonê beşdarî merasima oxirkitina Şahbanûya Elizabeth a Duyem dibe
Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Hikûmeta Brîtanyayê ji bo beşdariya di merasima oxirkirina Şahbanûya Elizabeth a Duyem serdana Londonê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 18/09/2022ê,  li ser vexwandina fermî ya Hikûmeta Brîtanyayê ji bo beşdariya di merasima oxirkirina Şahbanûya Elizabeth a Duyem de, gihîşte Londona paytexta Brîtanyayê.

Diyar kir jî, Nêçîrvan Barzanî di vê serdanê de digel Serok û rêberên din ên cîhanê beşdarî merasîma oxirkirina Şahbanûya rehmetî ya Şahnişîna Yekgitiya Brîtanyayê de bibe û di nava du rojên merasîmê de dê di hemû di panel û semînarên vê boneyê de beşdar bibe.

Şahbanûya Elizabeth a Duyem roja Pêncşemê 8ê Îlona 2022an di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kiribû û sibe 19ê Îlonê bi merasîmekê ku dê dora 100 serkirdeyên cîhanê lê amade bibin, li Londonê bi xakê bê spardin.