Real Madrîd di “derbiya Madrîdê” de Atletîco têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîd di “derbiya paytext Madrîdê” de cîrana xwe Atletîco Madrîd li keleha wê (2 - 1) têk bir.

Atletîco Madrîd şeva borî di gera şeşam a La Lîgayê de li stadyuma “Civitas Metropolitano” mêvandariya Real Madrîd kir û bi encama (2 - 1) têk çû.

Golên Real Madrîdê di xulekên (18 û 36) de bi riya Rodrigo û Federîco Valverde hatin tomarkirin.

Gola tekane ya Atletîco Madrîd bi riya Mario Hermoso di xuleka (83) de hat tomarkirin ku ji ber wergirtina kartê zer yê duyemîn, di dawiya lîstikê de hat derxistin.

Real Madrîd şeşemîn serkeftina xwe ya li pey hev bi dest xist û bi (18) pûanan vegeriya serê La Lîgayê.

Li aliyê din Atletîco Madrîd bi 10 pûanan daket rêza heftemîn.