12. Mîhrîcana Zebeşê Diyarbekir.. Jineke cotkar xelata zebeşê herî mezin wergirt

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ve 12. Mîhrîcana Zebeşê Diyarbekir hat lidarxistin. Di Mîhrîcanê de pêşbaziyên rengîn hatin encamdan û di pêşbaziya zebeşê herî giran de xelat bo zebeşê 51 kîlo û 400 giram hat dayîn.

Li Diyarbekir 12. Mîhrîcana Zebeşê Diyarbekir li navçeya dîrokî Sûrê hat li darxistin. Mîhrîcan bi meşê dest pê kir û beşdarên mîhrîcanê ji Birca Keçê heta Qada Şêx Seîd meşiyan.  Qada Şêx Seîd îsal mazuvaniya mîhrîcanê kir û hemu çalakî li qadê hatin li darxistin. Beşdarên mîhrîcanê amaje kirin ku Zebeşê Diyarbekir ji her alîyî ve sudê dide danasîna Diyarbekir ku nirxek zêrîn ê Diyarbekir e.

Parlementerê AK Partî yê Diyarbekirê Mehdî Eker ji K24ê re got: “Zebeş fêqiyeke bisûd e. Bo Havînê baş e ji ber ku têrav e, bo tendirustiyê baş e. Zebeş gencîneyek ê vê herêmê ye.”

Di 12. Mîhrîcana Zebeşê Diyarbekir de Pêşbaziya herî zêde dihat mereqkirin pêşbaziya zebeşê herî giran bû. Îsal zebeşê herî giran ê mîhrîcanê 51 kîlo û 400 giram bû ku ev xelat ji aliyê jineke cotkar ve hate bidestxistin.

Yekema Pêşbaziya Zebeşê Herî Giran Îkram Atli diyar kir: “Min 6 mehan eziyet ber vî zebeşî de dît. Mêrê min nexweş bû min tena serê xwe anî vê astê.”

Serokê Yekîtiya Cotkarên Zebeş Adil Aydin dibêje: “Zebeşên Diyarbekirê li gorî sala borî, mezintir bûye. Em dixwazin zebeşên Diyarbekir di cîhanê de bidin nasîn.”

Di mîhrîcana balkêş de pêşbaziyên rengîn hatin li darxistin. Di mîhrîcanê de pêşbaziyên wek lezxwarina zebeşan, gindirandina zebeşan, bebikên di nava qaşilê zebeşan de bala welatiyan kêşandin.